Serrûpel Nûçe Dawî li revandina siyasetvanên Kurd nayê

Dawî li revandina siyasetvanên Kurd nayê

Belav bike
Herî dawiyê endamê polîtbîroya Al Partî Behzad Dursin û Nizar Selîm, dema ku dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin, hatine revandin.

Heta niha wenda ne.

Revandina wan tevlîheviyeke mezin di nava Kurdên rojava û partiyên siyasî de peyda kir.

Al Partî, partiya PYD bi revandina wan tewanbar dike.

Berpirsiyarekî PYD ji ajansa ANF re got ku wan endamên Al Partî nerevandine.

Baş e. Lê gelo, eger ku PYD nizanibe kî wan direvîne û çawa têne revandin û çima têne revandin, wê kî bizanibe?

Herêma Kurdan bi temamî di bin çavdêrî û kontrola PYD de ye. Divê ew bersivekê ji vê pirsê re bibîne.

Xelkê herêmê vê yekê dixwaze.

Îro li bajarê Kobanî, çekdarên PYD ala serxwebûnê ya Sûriyê bi zorê daxistin û êrîşî bargehên partiyên Kurd kirin.

Heta niha nehatiye piştrastkirin, lê gotinên ku ji herêmê tê dibêjin çekdarên PYD serokê Al Partî Dr. Hekîm Beşar jî girtine.

Eger bi vî awahî biçe bêguman wê PYD bi demê re dostên xwe, hezkirina xwe di nava gelê Kurd wenda bike.