Serrûpel Nûçe Divê hêzên Kurd li dijî rêjîmê rawestin

Divê hêzên Kurd li dijî rêjîmê rawestin

Belav bike
Al Kurdî diyar kir ku çi dibe bila bibe divê hêzên Kurd û Ereb li dijî rêjîmê rawestin û hêza xwe bikin yek.

Al Kurdî got ew niha li ser dixebitin ku tevlîheviya di navbera Artêşa Azad û grûpên Kurd hêmin bikin.

Cîgirê serokê Artêşa Azad berdewam kir û got hêzên Kurd û Ereb hêzên netewî ne, divê bibin yek û li dijî rêjîmê bisekinin.

Al Kurdî got, li ser axa Sûriyê tu ferq di navbera Kurd û Ereban de tune ye û ew xwediyê dîrokeke hevbeş in.

 

Avestakurd