Serrûpel Nûçe “Li Rojhilata Navîn dewleta Kurdî ava dibe“

“Li Rojhilata Navîn dewleta Kurdî ava dibe“

Belav bike
Di mîtinga Êlihê de ya bi navê ‘Em ê ji mirinan re bê deng nemînin, daxwazên me qebûl bikin’, Demîrtaş bang li dewleta Tirkiyê kir ku ‘ne banga Wezîrê Dadê, ne banga me dê rojiya birçîbûnê bisekinîne. Me dît ew bi biryarin, dixwazin daxwazên wan bi cih bên’ û Demîrtaş Îmralî destnîşankir. Demîrtaş di berdewamiya axivitina xwe de got “Wezîrê Dadê bi tena sere xwe pirsa Kurdî çareser nake. Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Di vê mijarê de divê Wezîrê Dadê zêdetir dilwêrek be. Bê qanûnî û bê hiqûqiyê bidin alî û weke Hikûmet û dewletê nêzîk bibin, li beramber we miletek heye. Mêze kin, li Rojhilata Navîn dewleteke Kurdî ava dibe.” Her weha Demîrtaş bang li dikandaran kir ku dikanên xwe venekin, xwendevan neçin dibistanan.

 

 

Avestakurd