Koma çekdar li dema ku dixwest êrîşî gundê Êzîdiyan Qestel yê nêzîkî navçeya Ezazê ya girêdayî Efrînê bike, di navbera wan û endamên YPG’ê de pevçûn qewimî. Li gor agahiyên ji deverê hatine bidestxistin, di encama pevçûnên dijwar ên di navbera her du aliyan de 6 kes ji wê komê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne û 2 endamên YPG’ê jî birîndar bûne.
Avestakurd