Serokê ENKSê hêvî kir ku PYDê jî di nav aliyên opozisyonê de beşdarî danûstandinên Cinêvê bibe.
Îbrahîm Biro, ji Rûdawê re daxuyakirin ku heger PYD û aliyên din yên Kurdî cihê xwe di nav aliyên opozisyonê de bigirin, wê nûneratiya gelê Kurd di kongire û hevdîtinên navdewletî de xurttir bibe, û dibêje heger PYD û aliyên din yên Kurdî nikarin di nav Itîlafê de kar bikin, bila di nav aliyekî din yên opozisyonê de kar bikin.