Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, di televizyona Denge Tv.yê de hikumeta AKP ê Erdogan wiha rexne kir:
“Ji Kurdên xwe bipirse, li Êlihê sindoqê dayne û bibêje, tenê bila Kurdên ku dengê xwe dane AKPê werin dengê xwe bidin, “gelo hûn perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin an naxwazin? PKK jî, BDP jî, Hak Par jî Kadep jî, Ji % 96 Kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin. Ji Kurdên xwe, yên li Wanê, Amedê, yên AKP’yî bipirse, hûn federasyonê, xweseriyê an pergala eyaletê dixwezin, bipirse…”
“…derdikeve dibêje, ‘vana Êzidî ne, vana Zerduşt in, ji xwe ti eleqa van bi Xwedê re jî tine.’ Heye an tine ye, ev niqaşeke din e, ev niqaşên Kurd Zerduş bûn Tirk şaman bûn, vana niqaşên beredayî ne. Kurd 200 sal berî Tirkan bûne misilman. Îro pirraniyê cemaatan dibêjin em telebeyên Seîdê Kurdî ne. Şêxê Menzîlê heta ku wefat kir, 3 peyv Tirkî nikaribû biaxifiya. Hûn bi dest maçkirina wan şêxana fêrî ol bûn, hîn jî hûn destê wan maç dikin û fêrî ol dibin… Em bihesibînin ku hemû Kurd Xaçperest in, Cihû ne, an tiştekî din in. Gelo mafê van tine ye? Mafê Ermenî nîne, mafê Suryanî nîne? Îro mafên ajalan heye, mafên nebatan heye, mafên hawirdorê heye. Di quranê de mafê ajalan, nebatan, hawirdorê her tîştî heye. Niha ez ê kudera cehaleta van sererast bikim. Em bibêjin vana ne misilman in, gelo ma mafê van ji ber ku ne misilmanin, tine ye?