Serrûpel Nûçe “Emerîka piştgiriya dewleta Kurdî nake“

“Emerîka piştgiriya dewleta Kurdî nake“

Belav bike
 Rojnameya Şerq El Ewset di hejmara xwe ya roja 29/10/2012’an de nûçenivîsek li ser zimanê berpirsekî Kurd ku nexwestiye navê wî bê aşkere kirin ragihandiye ku Emerîka piştgiriya dewleteke Kurdî li Herêma Kurdistanê nake. Wî berpirsê ji rojnameyê re gotiye ku Emerîka ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gotiye “Em bi hemû awayî piştgiriya gotûbêjên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê dikin, lê em piştgiriyê nadin ku Herêma Kurdistanê ji Bexdayê cuda bibe.” Heman berpirsî di berdewamiya axivitina xwe de gotiye “Berî 2 hefteyan, rêveberiya Emerîka ji Mesûd Barzanî re gotiye ku pişta xwe di warê cudabûnê de bi Emerîka û Tirkiyê germ nekin.” Her weha berpirs dibêje ku ew qet bawer nake Tirkiyê piştgiriya dewleteke Kurdî bike. Hêjayî gotinê ye, balkêşe ku wî berpirsî nexwestiye navê wî bê aşkerekirin. Der barê vê mijarê de jî heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyanî nedaye çapemeniyê.

 

Avestakurd