Wezareta Pêşmerge daxuyanek belav kir û li ser gotara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî giliyên xwe anîn ziman, ku di bidawîbûna şerê DAIŞê de spasiya Pêşmerge nekiriye û hatiye diyarkirin: “Em fêm nakin çawa wijdana wî qebûl dike? Bi çi rûyî dê li benda gelê Kurdistanê bibe ku ji Iraqê hez bikin.”
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye aşkerekirin, ku îro Heyder Ebadî bi boneya bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê li Iraqê, pîrozbahiya hemû hêzên çekdarî yên Iraqê kir û navên wan anî ziman, lê bi ti awayî navê Pêşmerge bilêv nekir û bi ti şêweyê amaje bi rol û qehremaniya Pêşmerge ya li dijî DAIŞê nekir.
Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, ku Heyder Ebadî careke din nîşan daye ku nikare weke serokwezîrê welat serederî bike û rola pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê paşguh neke. Tevî wê yekê ku cîhan şahid e ku Pêşmerge beriya hemû hêzên çekdarî yên Iraqê ku navên wan anî ziman û pîrozbahî kir, efsaneya DAIŞê têk bir û eger Pêşmerge nebûya, dûr nîne ku hêj nîvê erdnîgariya Iraqê di bin destê DAIŞê nebûya.
Herwiha Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kiriye, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vê carê jî nekariye rik û kîna xwe ya li hember Pêşmerge veşêre û hatiye gotin: “Em nizanin û qet fêm nakin ku çawa wijdana wî aram dibe? Gelo dê çi bibêje ji zarok û malbatên 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetirî 10 hezar pêşmergeyên birîndar ku ew xwe weke serokwezîrê wan dizane û ew pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê şehîd û birîndar bûn?! Êdî bi çi rûyî dê ji wan û ji gelê Kurdistanê hêvî bike ku Iraqê hez bikin.”
Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku pêwîstiya Pêşmerge bi pîrozbahiyê tine ye, lê tê dîtin, li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemîna gotûbêjan were xweşkirin, cenabê serokwezîr berovajî vê yekê tevdigere! (Rûdaw)