Serrûpel Nûçe Hevdîtineke germ di navbera YPG û artêşa Îraqê de (vîdyo)

Hevdîtineke germ di navbera YPG û artêşa Îraqê de (vîdyo)

Belav bike

Berdevkê operasyona hevbeş ya artêşa Iraqê ragihand ku wan ti rêkeftin ji bo parastinan sînorên Iraq û Sûriyê bi hêzên HSDê re nekiriye.

Berdevkê operasyona hevbeş ê artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl ji medyaya Rûsî re ragihand ku nûçeyên dibêjin ku wan û hêzên Sûriyeya Demokratîk rêkeftin derbarê parastina sînorê Iraq û Sûriyê îmze kirine, ji rastiyê dûr in.

Yehya Resûl got ku beriya çend rojan fermandarên wan bi rayedarên HSDê re civîn pêk anîne, û tê de hevahengî derbarê rewşa sînor hatiye kirin, lê ti rêkeftin nehatine îmzekirin.

Medyaya HSDê roja Yekşema borî ragihandibû ku ew û hêzên Îraqî li ser parastina sînorê Iraq û Sûriyê rêkeftinek îmze kirine

Di vê vîdyoyê de diyar dibe ku fermandarên YPG ligel fermandarên artêşa Îraqê dicivin, weke ku di vîdyoyê de jî eşkere dibe, pêwendiyeke xweş û germ di navbera wan de heye û pir bi germî silavê didin hev û xatir ji hev dixwazin.