Serrûpel Nûçe “Têkiliya me bi êrîşên Ezaz û Efrînê re nîne“

“Têkiliya me bi êrîşên Ezaz û Efrînê re nîne“

Belav bike
 Di belavokdaxuyaniyê de Serokatiya Hevbeş a Artêşa Azad êrîşên li dijî gundên Kurdan hatîn kirin dûrî exlaq, rêgez û rêpîvanên Artêşa Azad a şoreşa Sûriyê bi nav kir. Serokatiya Hevbeş di belavoka xwe de dibêje “Armanca van komên cerdevan dûrxistina gelê Kurd ji şoreşa Sûriyê ye.” Serokatiya Hevbeş her weha dibêje “Ti têkiliyên me yên rêxistinî bi êrîşên ser gundên herêma Ezaz û Efrînê re nîne, ji ber vê yekê jî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, ji ber ku ev êrîş ji exlaqê Artêşa Azad a Sûriyê û şoreşa Sûriyê dûr e, ji ber vê jî em van koman bi çete, cerdevan û dijminê şoreş û Artêşa Azad dizanin.” Serokatiya Hevbeş ji bo Kurdên Êzîdî di belavoka xwe de bang dike û dibêje “Em destê xwe didin biraderên xwe yên Êzîdî, ji ber ku em ji wan in û ew jî ji me ne û ew beşek ji civaka Sûriyê ne. Li ser vê bingehê em helwestên komên çekdar ku li ser navê me êrîşan dikin pesend nakin û emê lêpirsînek berfireh bikin û hesab ji wan bixwazin.”

 

Peyvdarê Ragihandinê Fehîd El Misrî

Berpirsê Rêveberiya Ragihandina Navendî

Serokatiya Hevbeş a Artêşa Sûriyê Li Sûriyê

 

 

Avestakurd