Serrûpel Nûçe ENKS karê xwe bi EGRK re sekinand

ENKS karê xwe bi EGRK re sekinand

Belav bike
 Li gor belavokeke ku ji aliyê ENKS’ê ve hatî belavkirin (30/10/2012) û wêneke wê gihiştî destê me, ENKS EGRK’ê rexne dike ku li gor rêkeftina Hewlêrê tevnegriyaye û biryarên peymanê cî bi cî nekiriye. Di berdewamiya belavokê de ENKS dibêje ku “EGRK’ê hewil dide di bin navê peymana Hewlêrê de desthilatdariya xwe li navçeyên Kurdî berfireh bike û rola ENKS’ê ji aliyê siyasî û girseyî ve lawaz bike.” ENKS her weha dide diyarkirin ku ji ber van sedeman ENKS karê xwe yê li bajarê Heleb û Efrînê bi EGRK’ê re sekinandiye heta ku biryarên peymana Hewlêrê bêne cî bi cî kirin.

 

 

Avestakurd