Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî li Berlînê ligel wezîrê derve yê Almanya civiya

Nêçîrvan Barzanî li Berlînê ligel wezîrê derve yê Almanya civiya

Belav bike

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel ragihand, ku ew dixwazin di navbera Hewlêr û Bexdayê ji nû ve dguftugo dest pê bikin û banga qebûlkirina danûstandinan ji Bexdayê kir.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel îro 18-12-2017, li Berlîna paytexta Almanyayê hevdîtinek pêk anîn û piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemniyê saz kirin.

 

“Alîkariyên Almanyayê dê berdewam bibin”

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel ragihand, ku ji destpêka şerê DAIŞê wan alîkarî daye Herêma Kurdistanê û Iraqê û da xuyakirin, ku welatê wî dê alîkariyên xwe berdewam bike.

 

Sîgmar Gabriel destnîşan kir, ku li dijî DAIŞê serkeftineke giring hatiye bidestxistin û divê destkeftên vê serkeftinê jî di qonaxa piştî nemana DAIŞê de werin parastinn û got: “Bêguman em dizanin ku DAIŞ hatiye şikandin. Rûbirûbûn û şerê ku di sala 2017an de çêbû, rizgarkirina bajarê Mûsil û bajarên din, nîşana şikestina wê rêkxistina terorê ne. Para zêde ya vê serkeftinê bi saya Herêma Kurdistan û hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê bûye, ku biryar dan li gel hêzên artêşa Iraqê şerê wê rêkxistinê bikin, bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê.”

 

“Herî zêde Kurdan ziyan dît”

 

Gabriel da xuyakirin, ku rêxistina DAIŞê metirsî li ser tevahiya cîhanê çêkir û tûndûtûjî belav kir, lê herî zêde xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê ziyan nedît û ketinee ber kîndarî û tûndûtûjiya wê rêkxistinê.

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê wiha axivî:

 

“Niha gavên dawî yên rûbirûbûna wê rêkxistinê û paşmayên wê tê kirin. Ez di demeke wiha de dixwazim ji bo hevkarî û hemahengiyê spasiya Herêma Kurdistanê bikim. Divê em li siberojê jî bifikirin û kontrolê ji dest nedin li hemberî rêkxistinên terorê û paşerojeke aram û ewle ji bo xelkê dabîn bikin, hem li Iraqê û hem jî li Kurdistanê.”

 

“Divê Bexda bersiv bide”

 

Gabriel da xuyakirin, ku ew dixwazin di navbera Hewlêr û Bexdayê ji nû ve dguftugo dest pê bike û banga qebûlkirina danûstandinan ji Bexdayê kir û got, ku ew dê piştgiriyê bidin hewldana çareserkirina pirsgirêkan û wiha pêde çû:

 

“Rewşa ku niha di navbera Bexda û Hewlêrê de çêbûye, divê nerm bibe. Me pêşwext hişyarî dabû, ku dê referandûma serxwebûnê bibe sedema çêbûna pirsgirêkan, di dema seredana xwe de min ev yek anîbû ziman. Me got dê rewşê zehmet bike û mixabin wiha jî çêbû. Niha em dibînin ku divê careke din diyalog dest pê bike, ez dizanim ku we ev daxwaz ji Bexdayê kiriye, ez spasiya we dikim ji bo vê pêngavê. Divê Bexda jî bersiva we bide.”

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê tekez kir, ku ew piştgirî didin Iraqekî yekgirtî û lê divê Iraq jî pirsgirêkên xwe yên navxwe, bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bike û got: “Ji aliyê me ve zelale ku em piştgiriya Iraqeke yekgirtî dikin, me ji sala 2014an ve weke alîkariya mirovî, avedankirin û geşedanê zêdetirî milyarek euro ji bo piştgiriya Iraqê terxan kiriye lê divê Iraq pisgirêkên xwe yên navxweyî bi riyên demokratîk û mirovî çareser bike ji bo ev rewşa ku niha heye nemîne, careke din spas û hûn bi xêr hatin.”

 

“Ne em û ne jî civaka navdewletî nikarin bê deng bimînin”

 

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya venxwendiya Almanyayê kir û da zanîn, ku armanca serdana wan ew e, ku pêşkeftinên dawîn ên li herêmê, rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel berpirsên bilind ên Almanyayê gotûbêj bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî bi bîrxist ku di dema şerê DAIŞê de Almanyayê bi şandina çek û teqemenî, herwiha bi tîmên şêwirmendên leşkerî perwerdekirina pêşmergeyan û herwiha bi çareserkirina pêşmergeyên birîndar alîkariyeke mezin daye Herêma Kurdistanê.

 

Barzanî daxwaza berewambûna lîkarî û piştgiriyan ji civaka navdewletî û bi taybetî jî ji Almanyayê kir û got: “Herî zêde xwîşk û birayên Êzidî û Krîstiyan bûne qurbanên şerê DAIŞê, ku bi şêweyeke pir bi dirindî hatine komkuj kirin. Keç û jin hatine firotin. Heta niha me 3 hezar 300 kes rizgar kirine. Lê hê jî 3 hezar û 200 kes wenda ne. Ne em û ne jî civaka navdewletî nikarinli hember vê karesatê bê deng bin.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Serokwezî Barzanî diyar kir, ku bi tevê qeyrana darayî û şer jî Herêma Kurdistanê deriyên xwe ji koçberan re vekiriye û ji ber alîkariyan spasiya Almanyayê kir.

 

“Ji bo çareseriyê îradeyeke siyasî pêwîst e”

 

Derbarê pirsgirêkêjn di navbera Hewlêr û Bexdayê jî Nêçîrvan Barzanî wiha axivî:

 

“Em hatine ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê helwesta xwe dubare bikin. Di çarçoveya destûr de em pabendê bi Iraqekî demokratîk, federal û firehpêkhateyî ne, ku rêzê ji destûr re bigre. Di çarçoveya destûrê de ti pirsgirêka me ya danîna desthilata federal li deriyên sînor û firokexaneyan nîne.”

 

Barzanî tekez kir, ku ew amade ne ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan guftugoyeke cidî li gel Bexdayê bikin û dubare kir, ku ew rêzê ji biryarên Dadgeha Federal a Iraqê re digrin û wiha berdewam kir:

 

“Eger me divê rêz li hemû mafan were girtin û li herêmê aştî û aramî serwer bibe, divê ev destûra ku piraniya xelkê Iraqê deng li ser daye, weke xwe û bi temamî were cîbicîkirin. Çareseriya pirsgirêkan bi hemûna îradeya siyasî û amadebûna aliyan çêdibe. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi îradeyeke bihêz a nîştîmanî heye.”

 

 

Nêçîrvan Barzanî got, ku niha ew di qonaxa piştî DAIŞê de ne û divê hewldanên xwe yên ji bo avakirina herêmên wêranbûyî û vegera koçberan berdewam bikin.

 

Serokwezîr Barzanî di dawiya axaftina xwe de Wezîrê Derve yê Almanyayê vexwende Hewlêrê. (Rûdaw)