Serrûpel Nûçe “Kebabê dixun û ji yên din re jî mirinê dixwazin”

“Kebabê dixun û ji yên din re jî mirinê dixwazin”

Belav bike

Erdogan got, wî wezîrê xwe şandiye zindanên ku greva birçîbûnê lê heye û diyar kir ku ew grev tenê şovek e.

Erdogan her wiha got ku tenê kesek di grevê de maye.

receb Teyib Erdogan berpirsiyarên BDP rexne kir û got ew bi xwe kebabê dixun û kesên din jî dişînin mirinê.

Erdogan berdewam kir û got, roja 17 tîrmehê berpirsiyarên BDP û hinek endamên PKK li Mêrdînê li Qiziltepe li Qesra Gênco, hatine xwarina Ahmet Turk, bi kêf kebab xwarin, ew li wir kebabê dixun ji kesên din re jî dibêjin bimirin…

Li aliyî din hevseroka BDP Gulten Kişanak li ser vê axaftina Erdogan got ew sûret berî 3 mehan li malekê hatiye girtin û tiştê Erdogan dibêje bêexlaqî ye.