Salih Muslim der barê vê mijarê de bersiva pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê da û got “Di kevneşopî û edeta Kurdan de qetilkirina mirovek dîl tune ye. Ev yek ne li gorî pîvanên mirovahiyê ye jî. Û ev ne cara yekem e ku wisa dibe. Beriya du mehan li Efrînê jî ji endamên YPG’ê hevalê me Çekdar Amed dîl hate girtin, hate îşkencekirin û piştre dan ber kêran û ew kuştin. Em tu carî nikarin wehşeteke wiha qebûl bikin. Gelê Kurd vê yekê tu carî qebûl nake. Bersiva pêwîst dê bidin van kesan.” Muslim bal kişand ser birêveberina Artêşa Azad û diyarkir ku beşek ji Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyê vet ê birêvebirin û got ” Berpirsê yekem ê van êrîşan Tûgaya Selehedîn Eyûbî û Emmar Dadîkî yên ku desteka çekan û pere ji Tirkiyeyê werdigirin e. Ev her du yekîne li dijî Kurdan hevkariyê dikin.” Her weha Muslim diyarkir ku YPG’ê xwedî wê hêzê ye ku gelê Kurd yê sivîl biparêze û weha pêdeçû “Yekîneyên YPG’ê xwedî wê hêzê ne ku dikarin li hemberî hemû êrîşan sivîlan biparêzin. Ev komên destekê ji Tirkiyeyê digirin êrîşê sivîlan dikin. Lê me tu caran êrîşê sivîlan nekiriye. Gelê me gelek nerazî ye. Rewşa Helebê pir aloz e. Em bi zorê gelê xwe digirin. Niha tedbîrên ewlehiyê li bajêr hatine xurtkirin. YPG ji bo parastina gel bendên nû daniye.” Muslim her weha tekez li ser wê yekê kir ku ew girêdayî hemû biryarên DBK’ê ne û PYD’ê tu carî di van mijaran de bi sere xwe biryar nedaye.
Avestakurd