Li Amedê, bi armanca piştgirî dayîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, BDPê xwest ku mîtîngekê lidarbixîne. Mîtîng ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin. Li ser vê hevserok, parlementer û şaredarên BDPê xwestin ku li pêşberî Walîtiya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Rasta midaxeleya tund a polîsan hatin. Polîsan ku dest bi binçavkirina hin kesan kir, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr xwe ranegirt û qîriya, ” Xwedê bela xwe bide we, Xwedê we tine bike, bêşerefno.”