Serrûpel Nûçe Dihamê Mîro kî bû?

Dihamê Mîro kî bû?

Belav bike

 


Piştî çûna bavê wî Mîro li ber dilovaniya Xudê. Ji ber piştevanî û alîkariya wî ji şoreşa Barzanî re, û peywendiyên wî digel Barzaniyê nemir , ew gelek caran hatiye êşandin û zindan kirin û kehrebe kirin li ser destê rijêma Sûrî .
Hukûmetê gundên wî jê standin û dest danîn li ser erdê wî û nasnama wî jê kişandin ji ber helwesta wî ji şoreşa barzanî û xebata wî ji bo kurdîtî yê .
Di sala 1970 an de di konfiransê Bamernê de hate helbijartin li ser daxwaza Barzanî û bi razîbûna tevahiya endamên konfransê , wek sikirtêrê Partiya Dîmuqrata kurd li Sûrî.
Piştî sê salan ji kar û xebatê di sala 1973 an de hate girtin bi tevahiya endamên komîta navendiya partiyê re , piştî standina biryara berxwedanê dijî pirojê hukumeta Sûrî û anîna ereban li devera kurdan (parezgeha hesekê).
Piştî girtina wî bi çend rojan, desthilatdaran soz danê de ku wî azad bikin , gava xwe dûrî ramanê barzaniyetê bikê û dîsa li ser karê xwe bê wek sikirtêr , lê belê li rehmetî li wan vegerand û got : ji temenê min gelek nemaye bila ez bi şeref û serbilind bimirim . 
Roja 2 tişrîna didoyê sala 2010 ew çû li ber dilovaniya Xudê li Gundê li mozelanê hate veşartin hezar hezar rehmet li giyanê wî bê û cihê wî beheşt bê.