Serrûpel Nûçe Aldar Xelîl: Rûsan ji me xwestin em Efrînê teslîmî hikûmeta Sûriyê bikin

Aldar Xelîl: Rûsan ji me xwestin em Efrînê teslîmî hikûmeta Sûriyê bikin

Belav bike

Serkirdeyê Tev Dem Aldar xelil di hevpeyvîneke xwe de, got Rûsan ji wan xwestin ku Efrînê teslîmî hikûmeta Sûriyê bikin.

Her wiha got, wan jî bersiva Rûsan dan û gotin ku ew Efrînê teslîm nakin û ewê şer bikin û li ber xwe bidin.

Li gor gotina Aldar Xelîl, daxwaza Rûsan ji ber wê yekê bû ku Tirkiyê êrîşî Efrînê neke û eger ne razîbûna navdewletî ba û di serî de Rûsya Tirkiyê cesaret nedikir ku êrîşeke wiha berfereh bîne ser Efrînê.

Aldar Xelîl di hevpeyvîna xwe de dibêje, ber her kesî Rûsya di ber wan êrîşan de berpirs e.

Berî ku êrîşa Tirkiyê destpê bike, bi demeke kurt, Rûsya hêzên xwe ji Herêma Efrînê vekişandin.
Ew jî bi armanca ku ziyan negihêje serbazên Rûsyayê, ku heta berî êrîşê li Efrînê bûn.