Serrûpel Nûçe Tam 87 salan bi hev re zewicî mane

Tam 87 salan bi hev re zewicî mane

Belav bike

Li Îngiltere, Karam Chand û Katari Chand tam 87 sal in ku bi hev re zewicî mane û wana bi vê rekorek şkendine û xwe amade dikin ku navê xwe di vê mijarê de, li pirtûka rekoran a Guinnessê binivsînin.
Malbata Chand, bi eslê xwe, ji eyaleta Pencab a Hindistanê ne. Wana di sala 1925 an de, di 6ê Berfenbarê de zewicîne. Mêr Karam Chand niha temenê wî 107 e û temenê hevjîna wî yê Katari Chand jî 100 e. Di nav 87 salan de 8 zarokên wan hatine dinyayê.  Ji 8 zarokan, niha 28 neviyê wan hene.
Karam û Katari Chand, raza ewqas zêde bi hev re zewicî mayinê û temendrêjiyê, bi sedema; bi her awayî qedr û qîmeta hev zanînê ve girê didin.
Karam Chand wiha dibêje: “Raza min, Katari kenandin e. Ez bi henekan hevjîna xwe digirijînim û bi vê jî gellekî bextewar dibim. Him komîk dibim û him jî romantîk. Ez ewqas ji jina xwe hez dikim ku, bona ku ez karibim 80 salên din bi wê re derbas bikim, ku çi ji destê min bê ez karim bikim.”