Serokê Şaredariya Zaxoyê Bijar Munîb Mehmûd bi tohmeta dagirkirina milkê hikûmetê, bi fermana dadwer hate desteserkirin.
Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêmanî ji Rûdawê re ragihand: “Li ser daxwaza serdozgerê giştî û bi hevkariya Ofîsa Dezgeha Destpakiyê ya Zaxoyê, îro çarşemê Serokê Şaredariya Zaxoyê Bijar Munîb bi mebesta lêkolînê bo dadgehê hatibû birin, piştre bi biryara dadwer hat desteserkirin.”
Hêmin Silêmanî li ser sedema desteserkirina Bijar Munîb ji Rûdawê re aşkere kir: “Serokê Şaredariya Zaxoyê bi tohmeta dagirkirina milkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û milkê Wezareta Çandiniyê hat desteserkirin û ji bo encama lêkolînê, em li benda biryara dadgehê ne.”
Berdevkê Polîsê Duhokê destnîşan kir ku ne tenê Serokê Şaredariya Zaxoyê, herwiha berî niha serokên şaredariyên Duhok, Akrê û Şêxan jî hatibûn