Serrûpel Nûçe 2 laşên eskerên Tirk li Efrînê wenda ne

2 laşên eskerên Tirk li Efrînê wenda ne

Belav bike

Hêzên Çekdar yên Tirkiyê li ser Twîttera xwe belav kir ku îro wan bi 27 balafiran êrîşî herêma Efrînê kirine û di şer de 2 termên eskerên wan wenda ne.

Artêşa Tirkiyê her wiha radigihîne ku wan heta nîvro 47 hedef bombebaran kirine û tune kirine.

Artêşa Tirkiyê di Twîtta xwe de idîa dike ku wan 287 şervanên YPG kuştine.

2 eskerên ku duh li herêma Efrînê hatibûne kuştin jî, bi gotina Artêşa Tirkiyê, ji ber rewşa şer û ji ber xerabiya hewaya herêmê wan nikaribûn laşên her du kuştiyan bibin.

Êrîşên li dijî herêma Efrînê roja şemiyê 20 vê mehê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve, saat 17.00 dest pê kirin.