Kantona Efrînê bang li Artêşa Sûriyê kir derbasî Efrînê bibe
Serkirdayetiya Siyasî û Eskerî ya YPG bangeke fermî belav kir û têde ji artêşa Sûriyê û hikûmetê daxwaz kir ku derbasî Efrînê bibin.
Di bangê de wiha hatiye, ligel tundbûna êrîşên dijminane yên Tirkiyê li ser herêma Efrînê, ku beşeke ji Sûriyê, ku ew êrîş rastî berxwedaneke mezin ya şervan û gelê herêmê hatin, ew bang li Artêşa Erebî ya Sûrî dikin, û bang li serkirdayetiya hekmîna ya Sûrî dikin ku derbasî Efrînê bibe ji bo ku gelê me, ku beşeke ji Sûrî û axa Sûrî, ku tu caran perçe nabe, ji wan êrîşan biparîzin.
Di banga YPG de hatiye gotin ku ewê li meydana şer ligel artêşa Sûrî ya Erebî û serkirdayetiya wê şerê Tirkiyê bikin.
Ev daxuyanî li ser malpera fermî ya Kantona Efrînê hatiye belavkirin.