Îro li Almanya bajarê Koln, polîsan meşeke piştgiriya Efrînê qedexe kirin.
Sedema qedexekirinê jî, bilindkirina wêneyên serokê pkk Abdullah Ocalan û al sembolên PKK bû.
Polîsan di daxuyaniyekê de ragihandin ku, di meşan de rakirina hemû sembolên PKK qedexe ye û çi çalakiyekek ku têde ew sembol werin bilindkirin, wê werin qedrxrkirin.
Di navbera alîgirên PKK û polîsan de şer derket û gelek çalakvan hatine girtin.
Almanya di sala 1993 de PKK qedexe kir û li gor biryara dadgeha federal, nabe bi tu awahî sembolên pkk, û rêxistinên wê di çalakiyan de werin blindkirin.