Îro balefirên Tirkiyê navenda bajarê Efrînê bombebaran kirin, ziyaneke mezin ya madî û canî çêbû.
Di bordûmana balefirên Tirkiyê de li ser taxa Tirinde li Efrînê 11 kesên sivîl birîndar bûn û zarokekî jî jiyana xwe jidest da.
Zarokê 9 salî bi navê Arhat Ehmed Elîko ji ber bordûmana balefirên Tirkiyê bi giranî birîndar bûn, û piştî çend demjimêran li nexweşxaneyê wî jiyana xwe ji dest da.