Serrûpel Nûçe Cîgirê Serowezîrê Tirkiyê: Eger eskerên Emerîkî cilên YPG li xwe bikin emê...

Cîgirê Serowezîrê Tirkiyê: Eger eskerên Emerîkî cilên YPG li xwe bikin emê lê bidin

Belav bike

Berdevkê hikûmetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di derbarê operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê daxuyaniyên girîng dan, Bozdag dibêje, yên bi cilên YPGê bin eger leşkerên Amerîkî  jî, wê bibin armanca topên Tirkiyê.

Bekir Bozdag di berdewamiya axaftina xwe de got: Di operasyona leşkerî de li Efrînê heta niha 932 çekdar hatine kuştin.

Bozdag got ku eger YPG ji Minbic dernekevin ewê herin Minbic û Rojhilatê Firatê jî.

Serokomarê Tirkiyê jî Erdogan dibêje nêzîk maye ew xwe bigihîin Efrînê.