Serrûpel Nûçe “Emê Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê cuda bikin“

“Emê Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê cuda bikin“

Belav bike
Li gora rojnameya Al Siyase ya ku li Kiwêtê derdikeve, Talabanî gotiye ew ne ligel serxwebûna Kurdistanê û çêkirina dewleta kurdî ye.

Mam Celal her wiha gotiye eger ku Mesûd Barzanî serxwebûnê ragihîne ewê jî Silêmaniyê  cuda bikin.

Ev demeke serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî Kurdan tehdîd dike û dibêje ewê heta Zaxo ku bajarekî Kurdistanê ye û li ser sînorê Tirkiyê ye bixe bin kontrola artêşa Iraqê.

Niha serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di gereke dîplomasî de li derveyê Kurdistanê ye, li welatên Kendavê hevdîtinan çêdike.

Ev xetera ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, berê Kurdan didin serxwebûnê.

Barzanî îend caran ev anî ziman û got eger ku gelê Kurdistanê rastê xeterekê were ewê neçar bin raya gelê xwe ji bo serxwebûnê bistînin.

Di derbarê van pirsên aloz de serokê Iraqê Talabanî guftûgoyan pêk tîne.

Ew dixwaze aliyên dijber li hev bîne, lê belê weke ku diyare wê nikaribe bi serkeve.

Li gora nûçeya Al Siyase, Talabanî dibêje eger ku hevdîtinên bi Bexdayê re negihên encamekê û Barzanî jî dewleta Kurdî ragihîne, ewê ji herêma Kurdistanê derkeve û Silêmaniyê cuda bike.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku Talabanî bi van gotinan dixwaze Îranê razî bike.

AVESTA KURD