Fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo got, wan 11 tankên Tirkiyê şewitandine û Şam jî di warê însanî de alîkariya wan dike.
Sîpan Hemo di hevpeyvîna xwe de ligel rojnameya Siûdî El Şerq El Ewset ragihand, tenê di warê lojîstîkî, tibbî û hawarhatinê de rêjîma Sûriyê alîkariya wan dike û ragihand ku ji hikûmeta Sûriyê tê xwestin sînoran biparêze.
Hemo eşkere kir ku Tirkiyê dixwaze Efrînê kontrol bike, piştre armanca wê ewe ku rojhilat û rojavayê Helebê bixe bin kontrola xwe û Erdogan ji berê de Heleb weke beşekî ji Împratoriya Osmanî dihesibîne.
Li gor Sîpan Hemo, Tirkiyê li hinek cihan 500 metre, li hinek cihan jî 3 km derbasî nava axa herêma Efrînê bû ye.
Fermandarê giştî yê YPG her wiha got, rokêtên ku ew davêjin, ne yên Rûsya ne û ne jî yên Emerîka ne, wan ew rokêt ji bazara reş kirîne.