Serrûpel Nûçe Balafirên Tirkiyê navenda Efrînê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê navenda Efrînê bombebaran kirin

Belav bike

Operasyona serbazî ya Tirkiyê li Efrînê, ket roja xwe ya 21ê de, sibeha îro firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê bi tundî navenda bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bordûman kirin.

Êrîşa îro ya firokeyên Tirkiyê, piştî 5 rojan ji rawestandina êrîşên ezmanî li ser wî bajarî hat.

Ajansa Anadolê ya Tirkiyê, belav kiriye ku êrîşa firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê, piştî nîvê şevê din destpê kir.

Jêderên haydar ji nav bajarê Efrînê ragihandin, ku di encama êrîşên ezmanî yên artêşa Tirkiyê de, sê welatî şehîd bûn û hejmarek welatiyên din jî birîndar bûn.

Hevdem artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên wê 19 armanc li nav bajarê Efrînê bordûman kirin.

Herwiha artêşa Tirkyê kuştina serbazekî din di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de ragihand û bi vê yekê jî hejmara serbazên Tirkiyê yên hatine kuştin di wê operasyonê de, gihişte 18 serbazan.

Derbarê pêşveçûnên operasyona (Şaxê Zeytûnê) artêşa Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de radigehîne ku heya niha wan hejmarek gund û navçeyên derdora Efrînê kontrol kirine, lê YPGê wan daxuyaniyan red dike. k24