Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanî, bang li Kurdên Rojava kir ku yekîtiyê pêşbixînin. Barzanî, li ser malbera hikumeta herêmî a fermî daxuyaniyek belav kir û Kurdên Rojava hişyar kirin ku, bila nekevine nav şewata lihevnekirinê. Serok Barzanî, di daxuyaniya xwe de ji PYD û Artêşa Azad a Suriyê xwest ku, dîlgirtiyên di destên wan de ne berdin.
Serokê Kurdistanê Barzanî, di meha tirmehê de hemû hêzên Kurdên Rojava li Hewlêrê anîbûn ba hev û di navbera wan de yekîtî ava kiribû.