Serrûpel Nûçe Tirkiyê ji bo girtina serokê berê yê PYD Salih Mislim 1.000.000 Dolar...

Tirkiyê ji bo girtina serokê berê yê PYD Salih Mislim 1.000.000 Dolar xelat da

Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, navê 210 kesan li lista xwe ya bi navê Lîsteya Terorê zêde kir û di nava wan kesan de, Berpirsê siyaseta derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mûslim jî heye.

Herwaha Hikûmeta Tirkiyê ji bo girtina Salih Mûslim milyonek dolar wek xelat destnîşan kiriye.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê, 44 nav li Lîsteya Sor, 26 nav li lîsteya Şîn, 34 li lîsteya Kesk, 37 li lîsteya Poteqalî û 89 kes jî li lîsteya Resasî zêde kir.

Di kîsteya Terorê ya Tirkiyê de 880 kes hene, 128 kes ji partiyên çep yên tundrew in, 599 kes ji PKK ne, 73 kes ji rêxistinên ku bi riya dîn terorê dikin û 80 kes jî ji Cemaeta Fethullah Gulen in.

PKK, PYD û rêxistinên din yên weke Tev dem, YPG û YPJ ser bi PKK ve dihesibîne.