Berdevkê Wezîrê Enerjî û Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Hisên Şaristanî, Feysel Ebdulah ragihand ku wan ji Gazprom xwestiye ku ji Hikûmetê re bêjin “Hûnê peymanên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê betal bikin yan jî dê ji Badra vekişin.” Hêjayî gotinê ye, devera Badra ya petrolê dikeve Başûrê Rohilatê Bexdayê. Li meha Tebaxa borî Gazprom 2 peyman ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê mor kiribû. Ji aliyekî din ve, şirketa ExxonMobil a Emerîkî ragihand ku wê peymanên ligel Herêma Kurdistanê mor kirîn hilbijartiye û dê li Kurdistanê be.
Avestakurd