Dezgeha Televîzyon û Radyo ya Tirkiyê (TRT) 66 stranên kurdî qedexe kir.
Di nava hunermendan de ku stranên wan hatine qedexekirin, Ciwan Haco, Mihemed Şêxo û Gerabêtê Xaço jî hene.
Strana Mihemed Şêxo: Ay Lê Gulê êdî ji aliyê TRT ve straneke qedexe kiriye.
Li gor wan, mebesta Mihemed Şêxo ji gulê Kurdistan e.
Ne tenê stranên ku bêhna netewî ya Kurdî jê tê hatine qedexekirin, her wiha Strana Ciwan Haco ya bi navê (Sê… Sê û Dil Ketmê) jî hatine qedexekirin, her wiha strana wî ya bi navê Zengil jî qedexe bû.
Ew stran ji ber naveroka gotinan hatine qedexekirin.