Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Em bêdeng namînin

Mesrûr Barzanî: Em bêdeng namînin

Belav bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, eger Bexda li ser binpêkirina mafên qanûnî yên gelê Kurdistanê rijd be ew nikarin bêdeng bimînin.

Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li sefîrê New Zelanda yê Bexdayê Biradlî Sawdin û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn her wiha pêwendiyên Bexda û Hewlêrê û şerê terorê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Kurdistanê, sefîrê New Zelanda pesnê Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di şerê terorê de û ragihand, welatê wî amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sefîrê New Zelanda li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gotiye ku hêvîdar in kêşeyên her du aliyan di demek kurt de çareser bibin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragihandiye, Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ruxmî hebûna astengiyan, li ser şerê terorê rijd e.

Mesrûr Barzanî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gotiye, Herêma Kurdistanê alîgirê wê yekê ye ku arîşe di çarçoveya Qanûna Esasî ya Iraqê de bên çareserkirin lê eger hikûmeta Iraqê li ser binpêkirina mafên qanûnî yên gelê Kurdistanê rijd be wê çaxê Herêma Kurdistanê nikare bêdeng bimîne ji ber ku gelek rêk li pêşiya Kurdistanê hene bo parastina mafên xwe. Basnews