Di civînê de pirsgirêka sînor ya di navbera her du welatan de hate rojevê.
Her wiha xurtkirina pêwendiyên bazirganî û bilindkirina asta wê yek ji xalên hevdîtinê bû.
Serokê Îranê Nejad got, ewê pirsgirêkên sînor çareser bikin û ewê bi her awahê hewl bidin ku pêwendiyên bazirganî ligel herêma Kurdistanê xirt bikin û bigihînin asteke bilind.
Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de jî anî rojevê.
Her du alî di wê baweriyê de bûn, ku çareserkirina pirsgirêkan tenê bi diyalog û vegera ser destûrê pêk tê.
Piştî hevdîtina ligel Ehmedî Nejad, serokwezîrê Kurdistanê ligel serokê Parlamentoya Iranê Elî Laricanî û cîgirê yekem yê serokê Iranê Reza Rehîmî civiya.