Serrûpel Nûçe Dewlet Serê Kaniyê dişewitîne!

Dewlet Serê Kaniyê dişewitîne!

Belav bike
Êrîşên ku rêjîma Sûriyê, bi balafiran tîne ser Serê Kaniyê ji bîr kirine.

Weke ku ew balafir yên Artêşa Azad, yan jî yên dewleta Tirk bin.

Ew balafirên ku Serê Kaniyê bombe dikin yên rêjîma Sûriyê be û kesên ku têne kuştin sivîl in, zarok in, kalepîr in.

Li aliyekî dewlet, ji serê vê sibê de bombe dike, li aliyê din “partîzanên” înternet û Facebookê şerê hev dikin.

Hevalbendên PYD-PKK êrîşên ku dewlet tîne ser Serê Kaniyê piştguh dikin û dibêjin Artêşa Azad û Kurdên ku piştgiriya wê dikin bû sedem ku Artêşa Sûriyê bajêr bombe bike.

Kurdên din jî dibêjin, PYD-PKK heta niha milet dixapand û bi derewan digot wan bajarên Kurdan rizgar kirine.

Kî li kuderê sûcdar be jî, niha ew deme ku Kurd hêza xwe bikin û di vê roja aloz, giran û dijwar de xwedî li hev derkevin û pişta xwe bidin hev.

Serê Kaniyê bang dike, êdî bes e, dev ji hev berdin û werin hawara me, derman-nan-xwarin û alîkariya pêwîst bigihînin me..!

AVESTA KURD