Serrûpel Nûçe Li Serê Kaniyê 8 kuştî û 57 birîndar

Li Serê Kaniyê 8 kuştî û 57 birîndar

Belav bike
 Piştî ku duhî (12/11/2012) balefirên şer yên rejîma Sûriyê li detmjmêr 10′ sibehê taxa Mehetê ya Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê ku endamên artêşa azad lêdiman bombebaran kir, di necam de hejmara kesên jiyana xwe dest dayîn bûne 8 kes û 57 kes jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de jî 2 zarok hene. Hate zanîn, artêşa azad xwe vekişandiye sînorê Tirkiyê û Tirkiyê jî  deriyê sînorê xwe girtiye. Li demjmêrên piştî danê nîvro, vê carê balefirên şer yên rejîma Sûriyê taxa hawarna a Kurdan kire hedef. Hate ragihandin ku piştî bombebarana yekê ku di encam de 6 kesan jiyana xwe dest daibû, di bomebarana duyê de a li ser taxa Hawarna de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3’ê zarok jî di bin xaniyên hatine hilweşandin de mane û heta niha tu agahî ji wan nîne. Hêjayî gotinê ye, di bombebaranên duhî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihişte 6 kesan û 57 kes jî birîndar bûn û her weha zêdeyî 10 xaniyên xelkê hilweşiyan.

 

Avestakurd