Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, bi karwaneke wesaîtan a gellekî qelebelix çû navçeya Mêrdînê Qoserê. Li ser rê, ji aliyê komeke qelebelix ve karwan hate sekinandin û Demîrtaş li wira axaftinek kir. Demîrtaş anî ziman ku, hîn ku em nehatibûn qadê, gel rasta midaxeleyekê hatiye. Gotine ku, ”hûn nikarin posterên Ocalan daliqînin.” Ez bi awakî eşkere, ji kesên ku ev gotina kirine re dibêjim, çima hûn karin peykerê kujerê Kurdan Kenan Evren daçikînin, lê em nikarin posterê rêberê gelekî daliqînin. Gelo hûn dizanin ku çi dibêjin? Em ê li vê qadê peykerê serok Apo daçikînin.”
Demîrtaş daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû “bi greva birçîbûnê şow ê dikin” jî rexne kir û got, “Em li qada Qoserê, ji kesên ku ji bo mirovên me yên ku canê xwe fedayê gelê xwe dikin re ku dibêjin, ’şowê dikin, şantaja dikin’ em jî dibêjin; ger ku derdê me şov, şantaj û xwarin û vexwarinbûya, em ê jî mîna te bibûna serokwezîr, me yê jî di nav konforê de bijiya, lê me ti cara ew tercîh nekiriye.”