Serrûpel Nûçe Wê DAIŞ êrîşî sindûqên hilbijartinan yên Îraqê bike

Wê DAIŞ êrîşî sindûqên hilbijartinan yên Îraqê bike

Belav bike

Rêxistina terorîstî ya DAIŞê gefa êrişa li dijî navendên dengdanê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê xwar û ragihand, yên deng bidin kafir in û divê bên kuştin!

Duhî çekdarekî DAIŞê bi navê Hesen Muhacir, ku xwe wek berdevkê DAIŞê dabû nasîn, di tomareke dengî de gefa êrişa li dijî namzed û navendên dengdanê yên hilbijartinên Iraqê xwar.

Wî çekdarê DAIŞê got, kî beşdarî hilbijartinan bibe, kafir e û divê were kuştin!

Hilbijartinên Iraqê 12 Gulana îsal tên kirin. Basnews