– Bi minasebeta hatina sala nû a koçî, sala1434ê, û koça bi rûmet a pêxemberê xweda Mihemed (silavên xwedayê mezin li ser bin) gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê dikîn. Em hêvîdar in ku, ev minasebeta bi rûmet bibe sedema xêr, xweşî, aşitî û aramiyê bi hemû aliyan û peyama lêbihurîn û pêkvejiyanê bigehîne hemû mirovatiyê.
Bi hêviya ku, sala nû a koçî, bo gelê Kurdistanê û Îraqê sala serketin, avadanî û pêşkeşkirina xozmetên baştir be.
Bi vê minasebetê, hikûmeta herêma Kurdistanê, pabendiya xwe bi karkirin û xebatên berdewam yên ji bona bidestveanîna hêvî û daxwazên hevwelatiyên Kurdistanê û ji bona avadankirin û dabînkirina jiyaneke xweş bo kurdistaniyan, nû dike.
Careke din sersala nû a koçî pîroz be û hemû rojên we her şadî û bextewerî bin.
Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
14.11.2012