Dîmenên sûîkasta fermandarê Hamasê yê Tugayên Îzzettîn Kassamê Ahmed Caberî, ji aliyê artêşa Îsraîl ve hate weşandin. Dîmen, li ser hesabê You Tube’a artêşa Îsraîl a fermî hatiye weşandin. Di dîmenan de, kêlî bi kêlî sûîkasta Caberî tê xuyakirin.
Ahmed Said el-Caberî yê 52 salî, ji aliyê Îsraîl ve wek “Serfermandarê Tevgera Hamasê” dihat bi nav kirin û di lîsteya Îsraîl de navê ku herî zêde lêgerîn dihat kirin bû. Caberî, di sala 1982 an de, ji teref Îsraîl ve hatibû girtin û 13 sala di girtîgehên Îsraîl de mabû. Di sala 1995 an de ji girtîgehê derket. Pirr caran Îsraîl, li hemberî Caberî sûîkast pêk anîn lê bi ser neket. Di sala 2004 an de mala Caberî, bi helîkopterên Apaçî rasta êrîşê hat û di wê êrîşê de Caberî, kûrê xwe yê mezin wenda kiribû û bi xwe jî brîndar filitîbû.