Serrûpel Nûçe ‘Em piştgiriya kurdên rojava û bakur dikin’

‘Em piştgiriya kurdên rojava û bakur dikin’

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 16. Festîfala Gelawêj a li Silêmaniyê de got: “Hemû hewldan ji bo cîbicîkirina peymana Hewlêrê ya ku pêwîst bû hikûmeta navendî ji bo cîbicîkrina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, hatin kirin. Lê hikûmeta navendî xemsar bû.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê hêza operasyonên Dîcle de jî wiha got: “Operasyonên fermandeya Dîcle bi hemû awayî berevajî destûra Iraqê ye û wê rewşê ber bi aloziyekî zêdetir ve bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên kurdên Tirkiye û Sûriyê jî nîşan da. (Rûdaw)