Serrûpel Nûçe Talabanî: “PKK ji bo çekan berde hate ba min“

Talabanî: “PKK ji bo çekan berde hate ba min“

Belav bike

Rojnamevanê Milliyetê Hasan Cemal, di qunciknivîsa xwe a îro de qala sohbeta ku bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re kiriye dike. Di beşeke nivîsa xwe de Hasan Cemal wiha dibêjî: “Talabanî ji min re wiha got,’sala çûyî di meha îlonê de, di Desteya Giştî a Neteweyên Yekbûyî de em bi Erdogan re hatine ba hev. Min Erdogan re got ku, PKK hate cem min. Ji min re gotin ku em amadene çekan berdin. Ji bo vê 2 şertên wan hebûn. Yek efûya giştî, şertê din jî di makezagonê de ji nû ve tarîfa hemwelatiyê kirin, yanê peyva “Tirk” ji makezagonê derxistin bû. Erdogan got ku, “efûya giştî derxistin ne hêsan e û rayagiştî a Tirkiyê ji bo vê ne amade ye. Ez ne kesekî netewperest im, ez misilman im û her kes brayê min e.” Li ser vê min ji wî re got, tu karî Hz. Mihemmed ji xwe re bikî mînak. Dema Hz. Mihemmed Mekke feth kir, herkes serbest berda…
Min ji Erdogan re got, ku efûya giştî nebe, yên ku ji çiyan dakevin wê biçine kuderê, ma wê têkevine hepsê. Ev ne siyaseteke rast e.”