Kî û kîjan aliyê li Silêmanî, Helebce û Germiyanê destkariya proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kiribe, pir bêyî haya xwe av berdaye ser aşa PDKê.
Hêj ji destpêkê ve diyar bû, ku dikarin destkariya van encaman bikin û ti kesan bi qasî YNKê (bêguman baskê malbatê) li hêviya vê firsendê nebû.
Hê jî ne diyare ka ev destwerdan ji kuderê ve hatiye kirin, li navxwe bûye yan jî ji derve. Lê ya diyar ew e, ku hemû partiyên Silêmaniyê pêsîra hev girtine.
Pesendkirina tişta li zona rengûreng (Silêmanî û Helebce) çêbûye ji bo PDKê hêsan e û tenê wendakirina kursiyek û du kursiyan e. Ji xwe PDKê berê jî çavê xwe ji herdu kursiyên Kerkûkê re girtibû. Ji ber vê jî vê carê ev yek qebûlkirin û xwe xistine bin barê baca wendakirinê li navçeyê, vê yekê jî YNK û partiyên Silêmaniyê anî hemberî hev. Bi xwe tehemûla wendakirinê kir lê yên din ên wendakirî jî berda hev.
Ev ne tiştekî neçaverêkirî bû ku baskê malbatê yê YNKê di van hilbijartinan de padaşta xiyaneta 16ê Cotmehê wernegirin. Lê di vê yekê de partiyên Silêmaniyê, ku niha zirarmend bûne, tawanbarê serke ne û divê baca raboriyê bidin. Dema wan kêmfam û sipeyan îxanet kirin û Kerkûk firotin, van partiyan deng dernexistin. Herwiha di kêliyên herî teng de dema pêşmergeyên PDKê li Pirdê, Tilsiqof û Sihêla ji bo berevanîkirina kerameta gelê Kurd şehîd dibûn û malbata Talebanî û Îbrahîm Ehmed jî ketibûne pêş artêşa şîe û dixwestin Hewlêr û Duhokê dagir bikin, wan partiyan ji Silêmaniyê ve daxwaza hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê dikirin!
Hemûyan jî bi di bin simbêlên xwe de fîtikên xweşiyê lêdidan ku qaşo karîne rûmet û heybeta PDKê û Barzanî bişkînin û nehiştine bi destê Barzanî serxwebûna Kurdistanê pêk were. Vêca hemûyan jî dewsa ku îxanetê şermezar bikin, çi çêbibe berpirsiyariya wê xistine ser milê PDKê û referandûmê re kirin mal û çavê xwe ji wê îxaneta mezin re girtin. Lewma jî vê yekê heq dikin!
Li sînorên PDKê hilbijartineke pak û bê astengî birêve çû û li gorî encamên destpêkê jî nîşan didin ku hemû alî nêzîkî hecmê xwe yê rast in. PDK bê minet e, ku li seranserê Iraqê hemû deng bi dest werin hejmartin.
Destpêkeke metrisîdar
Qeware an ku hecma rast a YNKê hema bi qasî wan dengan e ku li Hewlêr û Duhok bidest xistiye. Eger mirov dengên YNKê yên vê hilbijartinê li Hewlêr û Duhokê li gel hilbijartinên 2013 û 2014ê berawird bike diyar dibe, ku encam nêzîkî hev in.
Ev di demekê de ye, ku li gelek navçeyên Kurdistanê bi tevê ku dengên YNKê ji sedî sed kêm bûye lê li hinek cihan jî dengê wan zêde bûne. Dibe Tevgera Goran li hinek cihan dengên xwe wenda kiribe lê ne di vê asta dramatîk jî ku dihête dîtin.
Li vir mijar ne ew e, ku YNK û bi taybetî jî malbata Celal Talebanî û Îbrahîm Ehmed hatine padaştkirin, ya giring ew e, ku piştî çend heyvên din hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hene.
Baskê malbatê yê YNKê berê encam werin ragihandin xwe kirin xwediyê wê serkeftinê. YNK ji serdema Celal Talebanî û 1992yê ve hertim di nava peşveçûnê û wendakirinê de bûye lê vê carê bi serkirdetiya Kosret Resûl serkeftina xwe ragihand. Lê ew cotê zirpismamên ku li kêleka wî dikana zarokan vekirin e, serkeftiyê an jî biriyê hertimî yê nav YNKê ne. Bi gotineke din, ji vir û pêve bixwazin kongreya xwe jî bikin û dest daynin ser YNKê jî bi heman rêkarên niha pêşiya wan vala dibe.
Ji aliyekê din ve ev duyemîn car e Bexda û Tehran nahêlin malbata Talebanî bikeve. Di vir de xefikeke mezin ji bo PDKê danîbûn lê PDK bi jîrî nekete nav wê xefika sexte û heta niha jî ti kes giliyan ji encamên hilbijartinan ên li Zona Zer (Hewlêr û Duhok) nake, gliyek jî nehatiye tomarkirin.
Baskê malbatê yê YNKê ji vir û pêve dê bibin şîrîkî hikûmraniya Bexdayê û lê ji bo hilbijartineke pak û bê astengî ya Kurdistanê dê nekarin sextekariyê bikin. Di proseya hilbijartinên Kurdistanê de dê di bin pirsyaran de bimînin û ji lewra jî dê wesa nîşan bidin ku PDKê sextekarî kiriye û bi vî awayî rewatiyê ji bo hilbijartinên Kurdistanê nehêlin. An jî bi van encamên ku Bexdayê pêşkeşî wan kiriye dê pêkhateya hikûmraniya Kurdistanê de heta çar salên din jî şîrîkatiya xwe misoger bikin.
Postê serokomar ji bo PDKê ye
YNK çend deng û kursî anîbin jî dike nîvê yê PDKê. Ji niha ve diyar e, ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê aliyê danûstandinê bike PDK ye ne ku YNK. Ji ber niha êdî postê serokatiya Herêma Kurdistanê nemaye, li hevkirina berê ya PDK û YNKê ya li ser vê xalê jî hilweşiyaye.
Ji ber ku berê ew herdu kursî, (serokomariya Iraqê û serokatiya Herêma Kurdistanê) di nava aliyan de hatibû parvekirin. Lê niha PDK ti sedemekî nabîne ku kesekî wek Letîf Reşîd û jina wî bibe serok û xanima yekem a Iraqê.
Eger ji bo pêkanîna hikûmeta nû pêwîstiya Amerîka, Îran û Şîeyan bi carekî bi Kurdan hebe, du caran bi PDKê heye. Ji ber ku PDK him li Kurdistanê û him jî li navçeyên Deşta Neynewa û xiristiyanan jî hêza yekemîn e. Eger di nava xwe de jî be namzedê PDKê ji bo vê postê amade ye û misogere ku ev kursî nabe yê YNKê. (ji Rûdaw)