Serrûpel Nûçe Karayilan Ji bo Kobanî Tirkiyê hişiyar kir

Karayilan Ji bo Kobanî Tirkiyê hişiyar kir

Belav bike
 ”Kobanî naşibe Serêkaniyê….Bi vî awayî şer dê ne tenê li Kobanî, ne li Rojavayê Kurdistanê, dê li her derê Kurdistanê belav bibe.” Her weha Karayilan bal kişand ser bûyera Serêkaniyê ku bûyer bi rêya Tirkiyê çêbûye û AKP’ê ji bo vê bûyerê 2 milyon dolar xerckiriye. 

Karayilan rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. Karayilan di nirxandina xwe de agahiyên balkêş dan û bang li Kurdan û tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir ku xwe bikin yek rêz. Her weha Mûrat Karayilan dide diyarkirin ku Tirkiyê dixwaze Başûrê Kurdistanê di warê siyasî û aborî de control bike. Hevpeyvîna ANF’ê bi Mûrat Karayilan re pêkanî: 

 

“DIXWAZA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI TÊKILIYÊN SIYASÎ Û ABORÎ KONTROL BIKE

Li Bakurê Kurdistanê dema ku ev pêvajoya girîng heye, yek ji cihê din ê ku pêvajoyeke girîng lê heye iyîn Rojavayê Kurdistanê ye. Rageşiya li Heleb û Efrînê derbasî Serêkaniyê jî bû. Herî dawî jî dewleta Tirk li ser sînorên Kobaniyê tang bi cih kirin û gund dane valakirin. Dewleta Tirk çima dixwaze destêwerdanî pêvajoya guherînê ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûrî bike? Ramanên we yên di vê derbarê de çi ne?

Beriya her tiştî divê vê bibêjim. Herêm di pêvajoyeke gellekî girîng re dibihure. Li herêmê pêvajoya serobinbûnê dê berdewam bike û dema ku plansaziya herêma Rojhilata-Navîn ji nû ve hate kirin kurd jî êdî dê cihê xwe bibînin. Yanî pêvajoya nenaskirina kurdan û tunehesibandina wan derbas dibe. Mafê miletê kurd ê ku ji miletbûna wê tê hene. Di serê va mafan de jî mafên nasname û statûyê hene. Hikûmeta AKPê jî hesabên; ‘’ez çawa dikarim bendekê li pêvajoyê deynim, ez çawa dikarim ku nehêlim kurd jê sûdê werbigirin’’ dikin. Di nav van hesaban de li dijî tevgera me tundiyê û şer bi pêş dixe û li hêla din jî hewl dide ku Başurê Kurdistanê bi têkiliyên siyasî û ekonomîk kontrol bike. Lê wekî encamên li herêmê diqewimin, li ser bingehên ku li Sûrî pêk tên gelê kurd ên li Kurdistana Sûrî ketiye pêvajoya avakirina sîstema xwe û bidestxistina mafên xwe. Hikûmeta AKPê jî niha ketiye nav hesabên; ‘’ ez çi bikim ku bikaribim bibim asteng ku gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê ti statûyekê bi dest nexe.’’ Loma dema ku parçeya herî biçûk a Kurdistanê statûyekê bi dest bixe hikûmeta AKPê ya ku nabe eyê ku li parçeya herî mezin yê Kurdistanê ti mafên kurdan nas nake, dê bikeve tengasiyê û neçar bimîne ku dagirkeriya tirk bi paş ve gavan bavêje. Ji bo vê jî ji bo ku kurd li Sûrî statûyekê bi dest nexin hikûmeta AKP ji ti keft û leftan xwe nahêle. 

DAVÛTOGLÛ JI PARTIYÊN KURD RE ÇI GOTIYE?

Bi vê armancê di serî de muxalefeta Sûrî kişand Stenbolê û hewl da ku li ser biryarên wan bandora xwe deyne. Ji bo ku muxalefeta Sûrî mafên kurdan bi awayekî fermî nas neke û kurd statûyekê bi dest nexin zext bi kar anîn. Lê kurdan bi awayekî Defacto li bajarên Kurdistanê sîstema xwe saz kirin. Hikûmeta AKPê ji bo pêşî li vê bigire hin kêferat kirin. Beriya her tiştî gotin; ‘’ li wir PKK heye, PYD baskekî PKKê ye’’ Piştî ku ev teza wan babilhewa çû vê carê jî gotin; ‘’ Li wir em li dijî wê ne ku di biniya kontrola PYDê de sîstemek saz bibe.’’ Di vê mijarê de em dizanin ku rêxistina îstîxbarêtê ya tirk û Wezareta Karê Derve gelek hewl da û pir pere terxan kirin. Çima evqasî dijminatiyê bi PYDê re dikin. Di nav sînorên Tirkiyeyê de li dijî Tirkiyeyê hin xebatên wê yên leşkerî-siyasî hebûne, hene? Na. PYD partiyeke siyasî ye ku ji hêla kurdên Rojava ve hatiye damezirandin. Di heyama Esad de qedexe bû, endamên wê dihatin girtin, dihatin kuştin. Bi vê pêvajoya Sûrî re dînamîzmek bi dest xist û bû partiyeke wisa ku temsîlîyeta gelê kurd bi awayekî herî xurt temsîl kir. Ti wateya wê nîne ku li ser PYDê ferz bike ku tu yan bi min re yî yan jî dijminê minî. Tirkiye beriya her tiştî plansaziya; ‘’ez çawa dikarim Artêşa Azad û PYDê berdim hev’’ dike. Di vê mijarê de li Helebê û Efrînê hin hewldan hatin kirin. Li hêla din di ser kurdên hevkarên sîstemê ên marjînal re ketine nav plana ; ‘’ez çawa dikarim di nav kurdan de şerekî bidim destpêkirin’’ Li gel van hemûyan li bajarên Kurdan ên nêzî sînor, bi navên hêzên wekî ‘’Artêşa Sûriyeya Azad’’ hewl dan ku mudaxele bikin. Yanî hikûmeta AKPê li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku gelê me ti mafên çandî, nasnameyî, statûyê bi dest nexe, tişta jê tê texsîr nake. Li vî parçeyî kurdan yekîtiya xwe ava kirin, Wezareta Karê Derve ya Tirk jî zûzûka xwe gihande Hewlêrê û got ev yekitî şaş e. Ahmed Davutoglu ji partiyên derveyî PYDê re gotiye; ‘’hûn PYDê reş bikin, em ê ne xweseriyê mafên we yên federasyonê jî biparêzin.’’ Ev dereweke mezin e. 

GER PYD LI DERVE WERE HIŞTIN DÊ PEVÇÛNEK NAVXWEYÎ BIQEWIME

Loma dizanin ku ne pêkan e li Rojavayê Kurdistanê partiya herî mezin a xweDî girseyeke hêzdar, PYD li derve were hiştin. Heke were xwestin ku li derveyî pêvajoyê were hiştin teqez e ku pevçûneke navxweyî dê biqewime. Armaca wan a bingehîn ne ew e ku mafên federasyon yan jî statûyekê din nas bikin lê armanca wan ew e ku şerekî navxweyî di nav kurdan de bidin dest pê kirin. Hemû partiyên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê divê vê rastiyê baş bibînin. Ev ne nepixandin e lê diyardeyeke teqez e. Dewleta Tirk dixwaze ku li hemberî statûya Rojavayê Kurdistanê bibe asteng. Ji bo vê jî di nav kurdan de pevçûnê ferz dike, pevçûna di navbera ereb û kurdan de gurr dike. Ya ku dike ev e. Lê hikûmeta AKPê evqas tiştên ku dike ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre. Li pişt wê artêşa medyayê heye, atmosfera çewisandinê ya ku li Tirkiyeyê çêkiriye heye. Ti kes newêre binivîse, agahiyên cuda bide. Lê gelek fêhl dibin ku raya giştî ya Tirkiyeyê ji van ne agahdar e. 

EN NE LI DIJÎ ARTÊŞA AZAD IN

Pêvajoya pevçûnê ya ku li Serêkaniyê qewimî mînaka vê ye. Beriya her tiştî divê em bibêjin ku em ne li dijî wan mirovan in ku ji bo azadiyê têdikoşin, em ne li dijî Artêşa Azad a Sûriyeyê ne. Hêza parastinê ya bi navê YPGê ku bi destê kurdan çêbûye, Artêşa Azad a Kurd e. Gelê kurd ê li wir jî parçeyek ji tevgera şoreşê ya Sûriyê ye. Ji bo vê jî em ne li dijî Artêşa Azad in. Lê bi dehan grûbên ku li ser navê Artêşa Azad tevgierin hene û AKP hem bi komên îslamî yên wekî El- Qaîdeyê re îttîfaqan dike û bi hin komên cihê re jî, di ber pere û çekan de wan wekî hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe bi kar tîne. Mînak koma ku êrîş bire ser Efrînê û serdestî herêma Azazê bû komeke wisa ye. Artêşa Azad jî vê komê wekî komeke ku girêdayî xwe ye nabîne. 

Pêvajoya Serêkaniyê, ji du komên ku bi awayî hatibûn rêxistin û bi hêza çekdarî ya 600 kesî, tevî çek, wesayît û firokxistîneran piştî ku ji Tirkiyeyê( Serêkaniyê) derbas bûn, pêk hat. Niha jî jixwe ev mirov şer dikin, xeta Serêkaniyê û sînorên Tirkiyeyê jî wekî eniya paş a şer bi kar tînin. 

ARMANCA TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ ÇI YE?

Niha Tirkiye bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide şerê ku li Sûrî dibe û aliyek e. Di roja îroyîn de li ti deverê ti dewlet li hemberî dewleteke cîranê xwe bi vî awayî hêza muxalif destek nekiriye. Lê îro Tirkiye vê bi awayekî pir xurt dike. Li vir armancên Tirkiyeyê hene. Erê dibe ku di derbarê Sûrî de hin xeyalên wê hebin lê di rastiyê de armanca wê ew e ku nahêle ku kurd bigihijin mafên xwe û ji bo ku bigihije armanca xwe jî evqas pere, çekan li van hêzan belav dike.

JI BO PÊNGAVA SERÊKANIYÊ 2 MILYAR DOLAR PERE HATIYE DAYIN

Wekî agahiyeke teqez vê diyar bikim: Li Tirkiyeyê ji bo vê pengava Serêkaniyê 2 milyon dolar pere hatine dayîn. Ev pir zelal e. Aşkere ye ku bi her awayi piştgiriyê dide ku li herêma kurdan tevlîheviyê pêk bîne. Bi giştî piştgiriyê bide Artêşa Azad a Sûriyeyê, ji bo ku rejîma Sûrî birûxe bikeve nav hewldana kes ji vê re tiştekî nabêje, ew û kêfa xwe ne. Lê dema ku vê ji bo ku kurd negihijin mafên xwe bi kar bîne, ev problem e.

DYA DIXWAZE MUXALÎFÊ JI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DERXÎNE

Armanca din a pengava Tirkiyeyê ya li Serêkaniyê ew e ku ‘’Cîvîna Hêza Mûxalîfan a li Sûrî’’ ye ku li Dohayê hatibû kirin. Loma êdî civîn wê ne li Stenbolê lê li Dohayê were kirin. DYA û hêzên din ên herêmê hewl didin ku muxalefetê ji bin kontrola Tirkiyeyê derxînin. Tirkiyeyê jî li dijî civîna li Dohayê derneket, di nav de cih negirt lê bi bertek e û ji bo ku bandora xwe nîşan bide ev tişt kir. Diyar e ku li ser planekê wê hewldanên wisa bidomîne. Li vir tişta ku Tirkiye difikire ne hêzên mahalîf in; hegemonî û berjewendiyên wê ne.

PROTOKOLA HEWLÊRÊ BI AWAYEKE XURT NEHAT PÊKANÎN

Baş e, di derdoreke wiha de ku li ser herêmê evqas hesab têne kirin, kurd divê xwedî hewlesteke çawa bin? Peywirên ku dikevin ser milên siyaseta kurd çi ne?

Niha beriya her tiştî gelê Rojavayê Kurdistanê divê vê baş bizane: fersendeke dîrokî ketiye destê gelê me. Ew derfet çêbûne ku di Sûriyeyeke Demokratîk de Kurdistana Xweser cihê xwe bibîne. Ji bo ku kurd bikaribin ji vê fersendê sûdê werbigirin beriya her tiştî divê yekitiya navxweyî xurt bikin. Divê neyên lîstikên hêzên polîtîk ên curbecur. Kurd divê êdî ji dîrokê aqil bigirin. Dîsa divê nekevin vê xefka xayîn. Divê neyê jibîrkinin ku dabeşbûna kurd û Kurdistanê, dagirbûna wê bi destê van dewletên serdest pêk hatiye. Yek ji rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, bêyî bixwaze bi tena serê xwe bibe desthilatdar, bêyî ku bi dû hesabên biçûk bikeve, divê azadiya gelê Kurdistanê di ser her tiştî re bigire û ji bo van armancê mezin têbikoşe. Li Rojavayê Kurdistanê şert û mercên azadbûna kurdan hene û ji bo ku ev şert baş werin bikaranîn pêdivî bi yekîtiya demokratîk a netewî heye. Di vê mijarê de, di Tîrmeha borî de gavek hate avêtin. Bi handan û pêşniyara me siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê gihane hev û bi protokala ku Serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Mesûd Barzanî jî lê amade bû, yekîtiya xwe ava kirin. Me bi hemû hêza xwe nîşan da ku em li pişt vê protokolê ne û ji wê rojê ve em vê polîtîkaya xwe didomînin. Lê di pratîkê de ev bi awayekî xurt pêk nehat. 

HIN PARTÎ NE JI BO YEKITIYÊ TEVLÎ DESTEYA BILIND BÛN

Çima?

Loma hin partiyên ku di nav yekitiyê de bûn ne ji bo ku yekîtî bi hêz bibe lê ji bo ku hinên di nav yekîtiyê de qels bibin û ew hêzdar bibin hewl dan. Yanî ne berjewendiyên netewî yên kurd lê li berjwendiyên xwe yên rêxistnî fikirîn. Ya girîngtir jî ew bû ku di têkiliyên derveyîn de nekarîn ku bibin yek. Li hêlekê di biniya banê Desteya Bilind a Kurd de yekîtî ava kirin û li hêla din jî her rêxistina di biniya vê Desteya Bilind de di têkiliyên derve de polîtikayên cihê meşandin. Teşeyê birêvebirina van têkiliyên derveyîn sedema herî girîng a qelsbûna yekîtiya kurdan bû. Lê ya ku diviyabû were kirin ew bû ku hem li hundir û hem li derve yekkirina hemû têkiliyên derveyîn û rajorkirina wê ya asta netewî bû. Bi taybetî jî têkiliyên taybet yên hin komên di nav yekîtiyê de ku bi Tirkiyeyê re dimeşandin di qelsbûna yekîtiyê de bû sedemeke girîng. Ji bo sedemên bi vî rengî biryarên Desteya Bilind nehate sepandin. Mînak Desteya Bilind biryar girtibû ku; ‘’Pêdivî pê nîne ku Artêşa Azad were herêma kurdan, kurd di şerê tê meşandin de divê nebin alî, têkoşîna xwe divê bi rêbazên siyasî bike. Erê, kurd parçeyek ji tevgera şoreşê ya Sûrî ne lê divê tevlî têkoşîna çekdarî nebin.’’ Li gel vê jî hin partiyên di nav yekîtiyê de ji bo ku Artêşa Azad were Kurdistanê tişta ku ji destê wan hat kirin û dikin. Bi qutebirî helwesta dabeşbûyî bi vî awayî didome.

Evana bûn sedem ku yekîtî nekeve pratîkê û sedema din jî ew bû ku di pratîkê de her beş tevlî erka rêveberinê û hemû xebatan nehate kirin. Lê li hemû herêman rêveberiyên hevpar û xebatên hevpar dikarîbû were kirin. Ev nehate kirin. Heke bi aşkereyî were gotin di vê mijarê de kêmasî û helwestên berteng û şaş ên PYDê û rêxistinên din ên di biniya banê Meclîsa Netewî ya Kurd de çêbûn. Li hêlekê cihêtiya têkiliyên derveyîn û tevgerên bi konseptên cihê bûn sedem ku yekîtî pratîze bibe û li hêla din jî hate dîtin ku hemû hêz tevlî rêveberinê û saziyan nehata kirin û hevparî bi têra xwe nehate kirin. Di vê mijarê de em dibêjin ku kêmasî divê werin çareserkirin.

DIVÊ BÊBAWERIYÊ JI HOLÊ RAKIN

Herdu alî jî divê kêmasiyên xwe bibînin û di navbera xwe de ne bêbaweriyê lê divê baweriyê pêk bînin. Di vê mijarê de her çi bikeve ser me em amade ne ku piştgiriyê bidin. Min berê jî diyar kir: bi xetên beloq em cihêtiyê naxin navbera partiyan. Biqasî ku têkiliyên me yên dostane yên li gel PYDê em dixwazin bi rêxistinên din re jî têkiliyên dostane ava bikin, û wiho ye jî. Her cihê wê hatiye divê vê jî bibêjim ku armanca dewleta Tirk û ên din ku dixwazin PKK û PYD weke hev nîşan bidin, sîyasî ye. Beriya her tiştî vederkirina PYDê ku xwedî hêzeke mezin a girseyî ye, ji bo berjwendiyên yekalî bidestxistina wê, ji bo ku bibin xwedî gotin, berovajîkirineke bi zanebûn e. Tevgera me ya ji bo me girîng ne piştgiriya li partiyekê lê serkeftina gelê me yên Rojavayê Kurdistanê ye ku zilmeke mezin dîtiye û di têkoşîna niştimanperweriyê de xwedî kedeke mezin e.

JI BO ARTÊŞA AZAD BANGAWAZÎ

Niha li herema Helebê, derdorê sînorê Tirkiyeyê tu hêzên rejîma Suriyeyê tune ne. Hêzên rejîmê niha tenê li ser xeta sînor tenê li Qamişloyê hene. Li cihên din hemû hêzên rejîmê ji aliyê kurd û ereban ve hatine derxistin. Li Kobaniyê jî tune ne. Tu pirsgirêkên kurdan bi ereban an jî bi Artêşa Sûriyeya Azad a re tune ye. Lê Dewleta Tirkiyeyê bi zanebûn dixwaze Artêşa Azad a Suriyeyê mudaxale li heremê bike û nakokî derkevin. Ez dixwazim niha ji rêveberiya Artêşa Azad re tiştek bêjim: “Guh nedin lîstikên Tirkiyeyê. Ew bi feraseta Osmaniyan, dixwazim Suriyeyê wekî eyaletekî bikin a xwe. Pîrim nedin vê polîtîkayê. Nebin amurê polîtîkaya ‘Dijminiya Kurdan’ a Tirkiyeyê. Li Suriyeyê herî zêde kurd rastî zulm û pêkutiyan hatine. Gelê kurd wekî perçeyek Suriyeyê di têkoşîna azadî û demokrasiya Suriyeyê de hêzekî muxalîf e. Tirkiye dixwaze we û kurdan berde hev û bi vî şiklî we bi xwe ve girêbide. Divê hûn biratiya kurdan çêtir bibînin. Tenê kurdên Suriyeyê dijîn na, daxwaza hemû kurdan ji we ev e.”

LI SER SÎNORÊ KOBANÊ ÇI DIQEWIME

¬ Başe, niha gelo çima ev qas tank û leşker li ser sinorê Kobanê hatiye bicihkirin. Sedema wê çi ye? AKP li dû çi diçe? 

Li Kobanê tu hêzên rejîmê tune ne. Li gel vê jî Tirkiye dixwaze diltirsiyê çêbike. Ev jî dide nîşandan ku Tirkiye li dûv planekî taybet diçe û tenê jî ew dizane ev plan çi ye. Tirkiye dixwaze ji bo destkeftiyên kurdên Kobanê têk bibe li wê derê tevliheviyê çêbike. Tirkiye dibêje ku “Artêşa Azad wê mudaxale bike. Em ji bo vê tedbîran digirin.” Ji ku dizane Artêşa Azad dê êrîş bike? Artêşa Azad dê ji ber çi û li ku mudaxale bike? Li vê derê gelê Kurd heye û di nava aştiyê de dijî. Mudaxele dê ji bo çi bê kirin? Kî ev biryar daye? Tirkiyeyê ev agahî ji ku girtiye? Bersiva van pirsan dê rastiyê derxe holê. Gelek zelal dixuyê ku hin hesabên Tirkiyeyê hene. Dixwaze bi destê komekî kurd a marjînal li vir tevliheviyê derxe û ji bo planek bi vî rengî derfetan biafirîne. Dixwaze pevçûnên navxweyî bike hincet û berê komên çekdar bide Kobanê. Ev planekî bêbexte. Di serî de ez bêjim ku encama planekî wiha bêbext dê pir xerabe. Loma Kobanî naşibe Serêkaniyê. Li wê derê kurdan rêxistinbûyina xwe ava kirine. Wan beriya niha îlan kiriye ku, ne hêzên Artêşa Azad ne jî hêzek din ew qebûl nakin. Li gel vê Tirkiye dixwaze bicihkirina hin komên çekdar li van deran alozî derxe. Dibêjin “Di navbera kurdên wê derê de nakokî hene” Li wê derê tu tiştê wisa tune ye. Hebe jî, ev ne pirsgirêka AKP’ê ye. Kobanî jî erdê Tirkiyeyê nîne. Li ser sînorê Kobanê jî tu tiştên ku gefan li Tirkiyeyê bixwe tune ye. Bi rêya hin sîxurên xwe hewl dide van deran alozî derxe. 

ŞER DÊ NE TENÊ LI KOBANÊ, DÊ LI HER DERÊ KURDISTANÊ BELAV BIBE

Ji ber vê ji niha ve Hurşîtpinara Pirsusê û hin gundên din ên li ser sînor vala kirine. Ev jî amedakariyekî dide nîşandan. AKP lîstikekî pir bi qirêj dilîze. Lazime dest ji dijberiya kurdan berde. Nexwe ew dê bi kurdan re bikevin nava şer. Ev şer jî ne tenê li Kobanê an jî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Dê li her derê Kurdistanê belav bibe. Ji ber vê jî bila guh nede hin komên marjînal û xwe firotine. Nexwe Ev polîtîka wê dewleta Tirkiyeyê têk bibe. Lê wisa dixwuye ku ew vê dixwazin. Dibe ku di vî warî de projeyek Ahmet Davutoglu hebe. Li gor vê projeyê belkî dixwazin kurd di navbera xwe de şer biçin. Nebe kurdan bikin ereb. Ew jî nebû dixwazin bi mudaxaleyê kurdan têk bibin. Hesaba wan ev e. Li Suriyeyê ger hemû kes azad bibe, mafê kurdan jî heye azad bibin. Tu hêzên wekî AKP’ê ên dagirker nikarin vê yekê asteng bikin. Mudaxeleya bi vî rengî tê wateya mudaxeleya li hemberî vîna kurdan. Ev polîtîka di roja me de tu encamê nagire. Hem hêzên heremî hem jî yên navnetewî niyeta Tirkiyeyê baş dizanin. Ji ber vê jî tu kes piştgirî nade Tirkiyeyê. Her wiha gelê kurd ê lî Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya leşkerî dikare bersivê bide hemû êrîşan. Tu hêz nikarin kurdan têk bibin. Serkeftin ya kurdan e.

Bi taybet ez dixwazin vê bêjim ku gazîkirina hêzên cuda ya Bakûrê Kurdistanê an jî anîn wan zirarek mezin dide gelê kurd. Gelê kurd divê pergala xwe ya xweser ava bike û divê bikaribe xwe biparêze. Mijara herî girîg jî ew e ku li djî projeya dewleta tirk divê hemû hêzên siyasî yên kurd bibin xwedî helwest.

DIVÊ HEMÛ PARTÎ BI BERPIRSYARTÎ NÊZÎK BIBIN

Di van hemû mijaran de her kes kêmasiya xwe bibîne. Şert û mercên pêşvebirina yekitiya demokratîk-netewî bi awayekî bi hêztir hêj pêk nehatiye. Em di vê mijarê de diyar dikin ku divê hemû partiyên siyasî bi berpirsyarî nêz bibin û di nava wan de yên ku bi giştî xwe xistibin bin kontorla wan divê ev ji hev bên veqetandin, yên din jî di nava xwe de divê di nava xwe de yekitiyeke bi hêz tesîr bike. Hem parvekirin rêveberiyê, hem jî di dîplomasî û hêzên derve de di hemû têkiliyan de li ser navê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê saziyan ve meşandin û hevparkirin dibe ku yekitiyeke bi hêz bîne. Şert û mercên vê hene.

Di vê mijdarê de bi taybetî Başûrê Kurdistanê bi siyaseta xwe rast nêz bibe û ev girînge. Yanî li aliyekê dibêjin ‘bibin yek, em yekitiyê pêş ve dibin’ û li aliyê din jî divê ew kesên ku ji derveyê yekitiyê bi karên din re mijul dibe ji nedîtîve neyên. Di nava yekitiyê de ji hev veqetandî tevger an jî nêrîneke din parastin nabe. Wê demê yekitî nabe. Di encam cudahiyan de ev yekitî ava dibe. Yekitî tenê ji runiştinên hevdîtinên fermî pêk nayê. Rewşa pêkanîna pratîk, yekitiyê pêk tîne. Ew jî bi prensîbên hevpar, di rêgezan de tevdigre. An jî yekitî ji daxwazekê wêdetir nabe. Lê ev dem û pêvajoyên bi vî rengî ji bo kurdan demên dîrokî ne. Ji bo vê jî bêyi ku tevlî şerên ez-tu, pevçûnên berjewendiyên komên teng bibin, ji bo bihara gelê kurd yê mazlum pêk were divê hemû kes bi a wayeke fireh bifikre û pêngavên mezin biavêje û hesas tevbigere. Di vir de divê mirov hêzên di nava vê yekitiyê de li pey hesabên cudane bibînin. Di nava yekitiyê de ku mirov piştgiriyê bidin hin rêxistinan, hewcedarî bi helwesteke netewî heye. Em ji eniya xwe ve ji bo yektiya Rojavayê Kurdistanê bi hêztir bibe, çi bikeve ser milê me em amade ne. Lê siyasta Başur jî di vê mijarê de divê bi hestiyartir tevbigere. Ji ber ku eger li vê parçeyê yekitî pêk neyê û sekneke parçekirî bê nîşandan gelê kurd dê ji vê zirarê bibîne.

Bi taybetî dewleta tirk di vê mijarê de di nava hewldanên mezin de ye. ji bo yekitiya gelê kurd parçe bike û ji bo nehêle gelê kurd li wir bibe îrade serî li hemû riyan dide. Di nava vê aloziyê de hem li Başur, hem li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê divê siyasetmedarên kurd li vir îradeya xwe ava bikin û divê ji bo vê jî di nav hewldanan de bin. Ev ferza welatparêziyê ye. Ger ku wisa nêzîkatî bê nîşandan ez bawer im ku qezencên ku gelê me li vî parçeyê bi dest xistine dê zêdetir bi hêz bibin û di avabûna Suriyeyek demokratîk de bibe xwedî roleke girîng.

JI BO GELÊ ROJAVA BANGAWAZÎ

Herî dawî banga we ya bo gelê Rojavayê Kurdistanê çi ye?

Ez ji bo hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêşî dixwazim vê bêjim: Armanca dewleta tirk ew e ku li Suriyeya nû gelê kurd statuyê bi dest nexe. Di esasa vê armancê de bi hin aliyên kurd û ereb re dikeve nava têkiliyê, pereyan didin wan. Armanca hikûmeta AKP’ê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê pêşî li mafên gelê kurd bigire û mafên wan asteng bike. Dixwaze pêvajoya bihara gelan ji bo gelê kurd biguhere zivistanek dijwar, dixwaze vebiguhere zindanê. Hemû gelê Rojavayê Kurdistanê divê vê yekê baş dibîne. di vê mijarê de divê teqez cih nedin kes û komên ku bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de tevdigerin. Divê li hemberî wan bibin xwedî helwest. Divê em vê bizanin ku ger ku îro Kurdistan çar parçe ye û hê jî pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, sedema wê dewleta Tirk e û astengiya herî mezin e. Dewlta TC (komara Tirk) ya bi pêşengiya AKP’ê dimeşe ne dostê kurdan e. Ji bo ku kurdan bike kole din ava hewldanan de ne. Pêkanîna têkiliyê û dayîna pereyan jî bi vê armancê pêk tê. Di vê mijarê de divê tu kes ji polîtîkayên mêtînger yên AKP’ê bawer neke. Divê nebe amûrên wan. Ger yên ku pê bawer bikin hebe jî divê gelê me di nav xwe de cih nede vana. Armanca dewleta tirk ew e ku pevçûnên navxweyî çêbike û Kurd û Ereban berde hev û bi vî awayî encamê bigire. Tu welatparêzekî Kurdistanî, siyasetmedar, kom û aliyên din divê neyên vê lîstika dewleta tirk. Divê teqez cih nedin pevçûnên navxweyî. Hemû nêrînên cuda û pirsgirêkên heyî divê bi nîqaşên demokratîk û rêbaza diyalogê bên çareserkirin û di her şert û mercî de divê zemîna yekitiya netewî bê bihêzkirin.

DIVÊ TU KES DEST JI WARÊ XWE BERNEDE

Di vê mijarê de weke ku tê dîtîn dewleta tirk li Serêkaniyê, Dirbesiyê, Qamişlo û Kobanê dixwaze di nava gelê kurd de tirsê ava bike. Belê li hemberî Kobanê çeper tên kolandin, gundên wan tên valakirin, tangên xwe danîn û dixwazin tirsê di nava gel de ava bikin. Bi vî awayî dixwazin kurdan qels bixînin û dibêjin qey ew dê bi vî awayî bigihêjin armanca xwe. Gelê me li dijî vê divê sekneke bi rêxistin û hişmend nîşan bide. Divê tu kes dest ji warê xwe bernede û her kes cihê xwe biparêze. Dewleta tirk li hemberî îradeya mafdar û demokratîk a a gelê me nikare tu tiştekî bike. Destê xwe dirêj bike jî nikare bi ser bikeve. Di asta netewî û navnetewî de ne mumkune dewleta tirk bi mudaxaleyekê encamê bigire. Dewleta tirk zêdetir bi tehdît, şantaj û xapandinê dixwaze herêmên kurdan vala bikin û alîkariya hêzên rêxistinên xwe dînamîkên azadiya kurd qels bike. Bi vî awayî dixwazin gelê kurd ji hêzêde bixînin. Lê dewleta tirk di vê hewldana xwe ya xeyalî de tenê ye û ne bi hêz e. Li hemberî pirsgirêka kurd delweta tirk dema xwe ya herî qels dijî. Ji ber vê sedemê serî li hemberî gefên wan netewî ye û divê tedbîr bên girtin. Divê pergala parastin û sekna civakî-rêxistinî bê afirandin.

Ez di wê baweriyê de me ku welatparêziya kurd ya di dilê we de û dîsa Yekineyên Parastinê yên li qadên me xwe bi rêxistin kirine li dijî hemû êrîşan ku dê berxwedaneke bêhempa nîşan bide ne. Bi taybetî di serî de Kobanê û gelê leheng yê Rojavayê Kurdistanê ji tehdîdên dewleta tirk natirsin. Dewleta tirk dixwaze aloziyê di nava gel de derxe û bi hin komên hevkar re polîtîkayên xwe yên qirêj bimeşîne. Lê li hemberî îradeya gelê me mehkumê binketinê ye. Di vê mijarê de divê em zêdetir bi rêxistin bin, divê em bi hêza xwe bawer bin, divê em bi doza xwe ya mafdar bawer bin û divê em bizanin ku em dê bi ser bikevin. Divê em şêwazeke bi biryar ku em bizanin em li ser axa xwe di asta pêşvebirina rêixsitin û berwexwedanê qezencê teqez dike, esas bigirin.

Û divê bê zanîn ger ku dewleta tirk bi awayekî êrîş bike hemû kurd bi we re ne û em hemû li pişt we ne. Di vir de ya girîng ew e ku divê rêxistinbûna navxweyî ya hundir saxlem pêk were û divê pergala parastina me bi hêztir be û divê yekitiya siyasî bê avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna em bi hêzên demokratîk a Suriyeyê re tevger dikin û hem jî li ser xwe bi perspektîfa avakirina pergala xwe, dimeşînin teqez dê bigihêje serkeftinê û divê ev bê zanin. Gelê me yê welatparêz yê Rojavayê Kurdistanê ku gelek mîlîtan û fermandarên leheng yên wekê Şîlan, Rûsten û Xebat afirandin, di vê dema dîrokî de dê hemû fedakariya xwe nîşan bidin û dizan ku dê qezenc bike. Di vê esasê de em serhildana şoreşger ya ku hûn li Rojavayê Kurdistanê bilind dikin, silav dikin. Ya em azad dijîn an jî qet!

PEYAMA FARC’Ê

Meha borî Sekreteriya Giştî ya Hêzên Çekdar a Şoreşger ya Kolombiyayê (FARC) ji bo tevgera we peyamek şandibûn û di peyamê de diyar kirin ku tevgera we hêza herî dînamîk ya şoreşê ya sereke ya Rojahilata Navîn e û herwiha azadiya Birêz Ocalan daxwaz kiribûn. Hun ji bo vê peyama piştevaniyê ku ji aliyekê dûr yê cîhanê hat çi dibêjin?

Peyameke gelek bi wate ye. Ev peyama ku ji rêxistina FARC’ê ya ku xwe di cîhanê de daye qebûlkirin û her wiha bi ked û tecrubeyeke mezin hatiye van rojan, bi hêz û leheniyeke mezin ber xwe daye, peyameke gelek dostane ye. Ev asta ku em tê de ne ku dema herî girîng ya dîroka têkoşîna me ye. Li Kurdistanê li çiya û zindanan berxwedaneke gelek mezin tê meşandin. Di van rojên wisa dîrokê de hevalên me yên FARC’ê peyameke wisa germ ji me re şandin û vê peyamê moral daye me û em zêdetir bi hêz kirine. Em jî bi hevkariya we ji hemû rêveber, fermadar û şerwanên FARC’Ê re silav û rêzên xwe dişînin. Em ji dil ji wan re serkeftinê dixwazin. Bi hêviya ku dê di pêşerojê de dostaniya me zêdetir pêş ve biçe, em silavên berxwedêr dişînin.

Em li ku derê cîhanê bin, li dijî neheqiya serdestan û zilma wan berxwedana bindestan her tim bira ne û kesên bindest li welatê xwe li dijî zilmê berxwedane û silavên şoreşger her tim ji hev û din re şandine. Îro bi têkoşîna hevdem a gerîla re PKK û FARC têkoşîneke civakî dimeşînin û silavkirina wan ya germ, mînaka herî baş ya hevkariya bindestan e. Ez dibêjim ku ‘Bijî berxwedana azadiya bi rumet ya bindestan a li dijî serdestan’ û ji hemû gelên bindset û çînan re di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin. Ez jib o rêveberiya FARC’ê ji ber peyama wan ya bi rumet spasiyên xwe pêşkêş dikim û silavên xwe yên germ dişînim.

 

Avestakurd