Serrûpel Nûçe Îran îro 27 Kurdan darve dike

Îran îro 27 Kurdan darve dike

Belav bike

Dewleta Îranê li gor biryara ku girtiye, îro 27 çalakvanên siyasî yên Kurd, ji ber tawandinên cûr bi cûr dike darve bike. Di vê mijarê de parlementerê parlemena Iraqê yê Kurd  Dr. Mehmûd Osman, li ser hesabê facebooka xwe gelê Kurd hişyar kiriye ku vê hovîtiya rejîma Îranê şermezar bikin. Parlementer Dr. Mehmûd Osman, peyameke wiha belav kiriye: “Rejîma Tehranê biryar girtiye ku îro (17.11.2012) 27 çalakvanên siyasî yên Kurd bi awayên cûda cûda darve bike, bêyî dadgehkirina vekirî û yasayî.” Mehmûd Osman, di peyama xwe de bang li civaka navneteweyî dike ku, zextên xwe li ser rejîma Îranê zêdetir bikin ku ev darve kirinana encam nedin.