Serrûpel Nûçe Ocalan bang li çalakgeran kir: Grevê berdin

Ocalan bang li çalakgeran kir: Grevê berdin

Belav bike
Serokê PKKê Abdullah Ocalan, îro li Girava Îmraliyê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hatiye ba hev. Ocalan bi navbeyniya birayê xwe bang li çalakgerên di grevên birçîbûnê de ne kiriye. Ocalan ji çalakgerên di greva birçîbûnê de ne xwestiye ku, dev ji çalakiya greva birçîbûnê berdin.
Abdullah Ocalan wiha gotiye: “Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, kar û barê û berpirsyariya kesên li derve ne girtine ser milên xwe. Bila kesên li derve ne, berpirsyariya xwe hilnedine ser milên girtiyên nexweş, ku ji xwe di nav çar dîwaran de, di bin mercên zehmet de ne. Ez bi wateya gelemperî, her çiqas çalakiya greva birçîbûnê nepejirînim jî, ger ku pêwîstî bi çalakiyeke wiha hebe, ne yên girtî, berî wan pêwiste kesên li derve ne wê peywirê bicîh bînin. Ev çalakiya gellekî watedar e. Çalakî îro gihaştiye armanca xwe. Bila çalakgerên di greva birçîbûn de ne bêteredut çalakiya xwe biqedînin. Ez hemîyan slav dikim.”