Serrûpel Nûçe Doktorên Kurd çûne Hawara Penaberan (foto)

Doktorên Kurd çûne Hawara Penaberan (foto)

Belav bike


Li  gorî ajansên deng û basan li  başûrê Kurdistanê hejmara penaberên ji rojavayê welat gehşitiye 50000  kesan.

Dr. Barî Mehmud ku niha li Duhokê bu Ajansa Kurdportalê da ragehandin ku rojane bêhtir ji 400 kesan bi rêyên  ne asayî dihêne başûr.

 

Weke tê zanîn şandeke ji 4 Diktorên kurd ji Komeleya Diktorên Kurd – Alman, 10 rojan ji bo ku ji nêzîk ve ji tendurustiya penaberan agahdar bin niha li Duhokê li kampa penaberan in.

Li gora ku Dr. Barî Mehmud dibêje, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo vê serdana wan bûye alîkar.