Erdogan got ew peymanên ko Tirkiyeyê digel Kurdistanê îmza kirine dikevin ber hikmê desthilata hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta merkezî naxe rewşeka teng de û got:
— Duhî ez û wezîrê min yên ernerjiyê ji bo enerjiya li bakurê Iraqê digel rêzdar Nêçîrvan Barzanî civiyan. Jixwe di vî warî de îmza[yên pêwist] hatin kirin. Li vê derê tiştek ko hikûmeta merkezî bêxe rewşeka teng de nîne. Bakurê Iraqê ya ko di desthilata wê de ye dike. Wekî dî jî di vê nêvberê de behsa pêwistiya xwe ya ko ji santralên gaza xwezayî enerjiyê biafirînin kirin, gelek fîrmayên me yên investmentê dê di vî warî de kar bikin.
Pratîk maneya vê peymana di nêvbera Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de ew e ko Kurdistan dê bikare bi rêya Tirkiyeyê hem petrolê û hem jî gazê di boriyên taybet de eksportî derve bike û Kurdistan ji aliyê aborî ve heta dereceyeka mezin dê ji kontrola hikûmeta merkezî ya Bexdayê xilas bibe.
Erdogan jî û Nêçîrvan Barzanî jî dizanin ko ev peyman qet ne bi dilê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û hikûmeta wî ye lê belê di siyasetê de dema ko dergehek bêt girtin ya baş ew e ko mirov bikare dergehekê nû veke. Jîriya Nêçîrvan Barzanî jî di wê yekê de ye ko Kurdistan di qada nêvneteweyî de kiriye aktoreka xurt ya enerjiyê.(Nefel)