Serrûpel Nûçe Kandîdê serokomariya Tirkiyê wê 4 mîlyon koçberên Sûriyê vegerîne

Kandîdê serokomariya Tirkiyê wê 4 mîlyon koçberên Sûriyê vegerîne

Belav bike
Kandîdê serokomariya Tirkiyê Muherrem Ince, dibêje ewê ligel serokê Sûriyê Beşar Esed li hev werin û ew naxwaze şaşîtiya Erdogan li hemberî Sûriyê dubare bike.

Înce, di hevpeyvîneke xwe de diyar kir ku ewê li Şamê sefareta Sûriyê veke û 4 mîlyon penaberên Sûrî ku li Tirkiyê dimînin, wê wan ne bi zorê lê bi plan û program vegerîne Sûriyê.

Înce her wiha diyar kir ku ewê siyaseteke aştiyane bi Sûriyê re bimeşîne.

Kandîdê serokomariya Tirkiyê her wiha bal kişande ser wê yekê ku, li ser bingeha parastina yekîtiya axa Sûriyê, divê destûtreke nû ji Sûriyê re were danîn û di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de hilbijartinên çêbibin.