Serrûpel Nûçe Resta xortekî Kurd a li dij Kofî Annan (Vîdyo)

Resta xortekî Kurd a li dij Kofî Annan (Vîdyo)

Belav bike

Di 22ê meha Cotmehê de li Amerîkayê bi navê “One Young World” lûtkeyek hate lidarxistin. Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan jî beşdarî lûtkeyê bû. Di lûtkeyê de Kofî Annan axifî. Piştî axaftina Annan, pirs ji wî hatin kirin. Di nav kesên ku pirsên xwe ji Kofî Annan kirin de xortekî Kurd jî hebû.
Xortê Kurd, ew pirsa ji Kofî Annan kir, “Neteweyên Yekbûyî Kurdistanê tine dihesibîne. Bi tine hesibandina Neteweyên Yekbûyî Kurdistan tine nabe. Ez xortekî Kurdistanî me.”
Kofî Annan ev pirsa Xortê Kurd wiha bersivand: “Ji xwe te bi ev pirsa xwe, serxwebûna Kurdistanê îlan kir.”