Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand dibe ku ew li dijî Qendîlê operasyonekê pêk bînin.
Lijneya Wezîran a Tirkiyê berî hilbijartinên 24ê Hezîranê bo cara dawîn kom bû. Piştî civîna wezîran Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag di derbarê hevdîtinên bi Amerîkayê re yên li ser bajarê Minbicê û di derbarê egera operasyoneke li dijî Qendîlê de axivî.
Bekir Bozdag diyar kir ku wan û Amerîkayê ji bo Minbicê li ser nexşerêyekê li hev kiriye û ev jî wê li gor bernameyeke diyar pêk were.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê di derbarê operasyonên li ser sînor û xaka Herêma Kurdistanê û îxtîmala operasyoneke li dijî Qendîlê jî îdîa kir ku ew ji bo astengikirina PKKê derbasî wê herêmê bûne got ku wan gelek caran li dijî Qendîlê operasyon pêkanîne û dibe ku ew careke din operasyoneke din jî pêk bînin. Bas